Tîpên girdek:
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S ş T U Û V W X Y Z
Tîpên hûrdek:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Heşt dengdêr in :
a e ê i î o u û
Bîst û sê dengdar in:
b c ç d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z
Di zimanê kurdî de 31 yek deng hene û ji bo her dengekî jî tîpek (herfek) heye. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên Xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf" e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibîhîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Çend nimûne:
Xwe, xweş, xwişk, xwelî, xwê, xwarin, vexwarin, vexwendin, serxwebûn, xwîn, Cigerxwîn, xweş, nexweş, nexweşxane, xweşmêr...
Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê kurmancî de jî li gor herêman tê guhartin. Soran, dimilî û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê "tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.
Merşa Tîpan :
Em şagird in, em dixwînin abc
tîpên me tev sîh û yek in çde
xweşî ev e, bi zimanê kurmanc e
êfgh him rehet e, him şêrîn
iîjk xweþ dixwînim bi qîrîn
lmno hê mayîne hinên din
gelî kurdan, werin tev de bixwînin
pqrsştuû tu meyze
vwx ne, ez şaş nakim yek levze
heşt dengdêr in, heçî dengdar bîst û sê
riya ronî dibistan e, ma yz .
|