
|
Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Pêvajo hin jî zelal nîne. Lê belê, em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne.
Komplo hîn neqediyaye û wê berdewam bike!
Li ser vê bingehê ez komployê hinek vebikim; ev komplo bi durûtiya Ewropayê ve dest pê kir. Di vê komployê de, jixwe hûn rola Yunanîstanê dizanin. Yunanî ji bo ku me û tirkan berdin hev, di nav komployê de cih girtin. Rola yunaniyan, bi zanebûn e. Yunanistan bi elmanan re, di pêvajoya komployê de li ser bingeha tasfiyeya min hemle pêş xist. Yunanîstan, di dema pêvajoya aştiyê ya bi Ozal re, bi Îngîltere û Elmanyayê re, xwest ji kadroyên xwe, PKK’yek alternatif biafirîne. Hewl dan ku, ji xwe re zilamekî çêbikin, da ku bikaribin ji bo xwe bidin şixulandin.
Elmanya, li dijî me hîn jî hewl dide ku provakasyonan li dar bixe. Pêwîst e, mirov vê yekê wiha binirxîne û bi wî rengî tev bigere. Armanca wan ew bû ku; bi kompoloya 9’ê Cotmehê re, me bi gelê tirk bidin şerkirin. Ev lîstik, versiyona lîstika sala 1920’an bû. Elmanya di sala 1882’yan de, Îttihat Terakkiyê ava kir û neteweperestiya Tirkan pêş xist. Mustafa Kemal li derveyî vê xetê bû. Lîstikên Elmanya yên li ser Mezopotamyayê, ji mêj ve hene. Di van 20 û 30 salên dawî de jî, dixwaze li ser van lîstikan bide meşandin. Armanca wan ew bû, ez bême tasfiyekirin an jî min bixin bin kontrola xwe.
Ewropa, bi taybetî jî elman û îngîlîz, tevgereke pak a azadiyê naxwazin. Yunanîstan jî bi wî rengî ye. Rusya, di ser min re Projeya Herka Şîn (Mavi Akım) derbas kir û ji IMF’ê kredî standin. Her wiha Îsraîl û Mossad pêvajoya komployê birêve birin û hîn bi leztir kirin. Bi vî rengî hewl da ku Tikiyeyê bixe bin destê xwe. Tiştê ku Ewropa anî serê me, ez wekî ji nû ve çarmîxkirina Îsa dinirxînim. Ewropa, li ser bingeha înkarkirina çanda xwe, di şexsê PKK’ê de polîtikaya kurd dide meşandin. Di vî warî de çi ji destê wê hat kir.
Emerîka jî, min diyarî Tirkiyeyê kir, da ku Tirkiyeyê qezenç bike û her wiha Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Balkanan bi xwe ve girê bide.
Di komployê de Tirkiye bi tenê nîn e; zêdegaviyên hiqûqê yên navnetewî hene. Yunanîstan ji derveyê hiqûqê tevgeriya. Li Rusyayê jî, heman tişt pêk hatin. Her wiha Elmanya jî bi wî rengî ye. Ev hemû jî, bi dozê ve têkildar in, ne tenê Tirkiye bi Ewrûpayê ve jî têkildar pêvajoyeke hate jiyankirin.
Di dewleta Tirkiyeyê de çetebûn pêk hatiye. Ger ez bême îmhakirin wê çêbibe? Wê Tirkiye bikeve nav tengaviyeke mezin û pêncî sal girêdayî derve jiyan bike. Li gorî hesabê li ser min; Yunanîstan hîn mezin lîst. Encam; wê Tirkiye heta dawî û bi hemû rengan bihata girêdan. Tirkiye naxwaze rastiyan bibîne û fêm bike. Wê şîddet û zorê bisepînin. Ji bo vê, divê mirov berxwedaniyê bi aqilane bimeşîne. Bêguman emê di xeta parastina rewa de bin. Lê, ez dibêjim divê bi zanebûn mirin û kuştin çênebe. Pêwîst e, li ser bingeha xeta parastina rewa berxwedanî pêk were. Me heta dawî got; aştî û biratî, lê naxwazin fêm bikin. Ev yek jî tê vê wateyê; diyar e ku, li Tirkiyeyê hin kes hene xeterên mezin hildane berçav, ji ber vê yekê jî, wiha tev digerin.
Em dixwazin li Tirkiyeyê, xwedî li gelê xwe derbikevin. Pêwîst e, em karê rêxistiniyê hîn bi lez û beztir bikin. Ji ber ku lîstika ku tê meşandin mezin e. Bila gelê me şaş nefikre, wê Tirkiye teqez biguhere. Tirkiyeyeke demokratîk, tê wateya azadiya gelê me jî. Em azadî û çareseriyê, li deriyê Yekîtiya Ewropa û Emerikayê nagerin. Rizgariyê, di demokrasiyê de dibînin. Me du gav avêtin, du agirbest ragihandin û niha jî di xeta parastina rewa de ne.
Em niha dikevin pêvajoyeke awarte. Li gorî min, min Tevgera Kurd xiste riyeke aqilane. Diviyabû ev coşeke mezin derxista holê. Afrînerî pêwîst e. Heyama ku em tê de ne, kordînasyoneke awarte disepîne. Pêwîst e, em demê pir baş bikarbînin. Ji bo ku mirov têk neçe, divê mirov xwedî hêz be. Mirin her dem heye. Mirin ji ku derê tê bila were, ji bo min hîç ne xem e. Dema ku mirov karekî rast kir, wê demê mirin were jî watedar e. Her kes ji bo ku karekî şaş neke, mecbûr e bitirse. Ez bawer im ku hûnê min fêm bikin.
Dibe ku aştî hin baştir jî pêş bikeve. Lê dibe ku mirin jî pêş bikeve. Pêwîst e, hûn ji herduyan re jî amade bin. Ez der barê nêrînên xwe yên aştiyê de samîmî me. Vê yekê fêm bikin. Ger tiştekî bi min were, wê lêkdan, mirin û kuştin pêş bikeve. Ev jî tê wateya ku, hûnê hemû ji holê bên rakirin. Ev yek aşkere ye. Ger şexsî bûya ezê bimrama. Ku ez bimrim wê 50 hezar kes jî bimre. Ji bo ku ez, 50 hezar kes bidim jiyankirin, hewl didim ku xwe rojekê zêdetir bidim jiyankirin. Ger ku mirin hebe jî, ezê bi şiklekî rûmetdar bimrim. Ez di encama komployeyek cihanî de hatim qurban kirin. Ê min bi xwe, tu fikareke min î şexsî nîn e. Pêwîst e, em li hemberî komplogeran çemka biratiyê pêş bixin.
Ezê heta dawiya nefesa xwe, ji bo xatirê rastiyan jiyan bikim. Ger ez jiyan nekim jî, divê hûn bizanibin ku, ev mirin; çalakiya herî binirx e. Wê demê mirin, a herî binirx û pêwîst e. Wê mirin ji bo min ne tenê bibe dema êşê, her wiha bibe dema êş û hezkirinê jî. Ez ji bilî vê, destûra jiyan û mirinê nadim. Azadiya min bi azadiya gelê kurd ve girêdayî ye. Ji wan re bibêjin; ku em azad bibin emê bi hev re azad bibin, emê bi hev re yekitiya azad bi dest bixin.
Bi ronîkirina vê komployê ve, ez meşa we ya demokratîk ya bêhempa silav dikim. Banga min ji dostan re jî, ew e ku; wekî pêwîstiyên dostaniyê, erkên xwe li ser vê bingehê pêk bînin. Ji gelên Tirkiyeyê jî dixwazim ku, xwedî li biratî û demokrasiyê der bikevin. Her wiha ji bo dostên Ewropa jî heman tiştan didim diyarkirin.
Serokatiya Partiyê
|
|