Rûmeta min, rûmeta gel e!

Aştî têgeheke bi nirx e. Jixwe di hêlekê de, bi taybet ji hêla bindestan ve, li gorî mafdariya xwe şer; ji bona gihîştina aştiyeke bi şeref navgîneke girîng e. Şer, divê tu carî di nava xwe de wekî armanceke bingehîn neyê nirxandin. Ji bona aştiyeke bi wate, her çiqas bedel giran be jî, navgîneke girîng ku em serî lê bidin şer e. Di vê çarçoveyê de, roja 1'ê Rezberê, bi rastî jî di dîroka aştiyê de ciyekî wê yê girîng heye û di dîroka gelê cîhanê û netewan de wateyeke wê ya girîng heye.

Berxwedaniya me ya aştiyê, ne berxwedaniyeke li hemberî lêdana 12’ê Rezberê bû; divê wekî li hemberî dîrokê serîrakirinek bê fêmkirin. Rasteqînî jî ev e. Di vê wateyê de, bi qasî dîrokî ye ew qas jî jiyanî ye.

Li hemberî vê yekê, bersiva ji eniya 12’ê Rezberê hate dayîn; peywira Rewşa Awarte bû. Û ev rejîm, di demeke kin de xwest vê pêngava me ya ku hatiye avêtin tasviye bike. Di van salên bêeman de, me di vê pêngavê de, pêngav li ser pêngavê avêtin û di salên 90’î de ji bona ku gerîla xwe bi cî bibe, hewldanên me yên mezin çêbûn. Her ku çû, rewşeke ku gerîla bicîbibe û di nava welat de xwe bigihîne ciyên stratejîk derket holê. Ne tenê bi vê yekê xwe têr dît, rewşeke ku gel jî deng bide hate afirandin.

Bêguman di qezenckirina rewaca xwe de, erkeke girîng a civatên navneteweyî hebû. Aştiya tirk û kurdan, di rastiyê de cewhera aştiya Rojhilata Navîn e; aştiya Rojhilata Navîn jî, bingeha aştiya herêmê heta ya cîhanê ye. Ger ku arastebûnên desthilatdarên çînên serdest ên tirkan bên rawestandin, serdest neçarî aştiyê bên hiştin, wê ji vê yekê hemû mirovahî qezenc bike. Bêguman, gelê kurd ku di pêvajoya komkujiyan de ye, wê yekem car mîna mirovên asayî, bikevin riya pêşketina demokratîk. Lewma, civatên navneteweyî; ji bona aştiya cîhanê, ji bona ev şerê heyî ku bi rêbazên qirêj û mafyawarî bidin rawestandin, giraniya xwe deynin.

Ger ev pejinkarî, di pratîkê de wate bigire û bibe hêzek, wê demê Ewropa dikare erkeke meşandinê bilîze. Têkoşîna gelê kurd, di rastiyê de, bi qasî tevgerên xirîstiyanî ku di serdema pêşîn de têkoşîn dan, tevgereke aştiyane û bi nirx e. Divê em teqez bidin ber çavan ku, tevgera me ya aştiyane wê ji bona hemû çandên Rojhilata Navîn, ji bona olan azadî û ji bona hemû gelên bindest hêviyek be. Divê têkoşîna me, wekî têkoşîneke me ya eslî neyê nirxandin û ciyê xwe di vê bingehê de bigire. Ji bona piştgiriya sosyalîzma navneteweyî mînak e û divê nirxên wê baş bê zanîn…

Di van rojên hesas de, ez we bi hişkî hişyar dikim. Her gotina ku ez li vir dibêjim, sedemeke wê ya dîrokî heye. Ez ne mirovek entelektûel, ne mamoste û ne jî lîderê rêxistinekê me. Lê ezê ricayan jî nekim. Ez rêberekî gel ê demokratîk im. Parastina min jî, di çarçoveya parastina gelekî de ye. Ezê xwe û gel wisa biparêzim. Ger gel min negire, ezê neaxivim. Lê, ger gel li pişt min be û gelek rêhevalên min jî bixwazin, ezê jî vî karî heta dawîn bibim. Ez xwe jî û gelê xwe jî diparêzim. Çawa diparêzim? Ez bi nêrînên xwe gel diparêzim. Ez ferman û talîmatan nadim. Rûmeta min rûmeta gel e. Bi vê yekê re lîstik nabe û ezê rê nedim lîstinê jî. Ez li gorî xwe, rûmetekê temsîl dikim. Gel jî daxwaza ji bona ku vê rûmetê temsîl bikim dike, ezê girêdayî vê daxwazê bim. Ev temsîlkirin, derbirîna xwe bi hişmendiya azadiyê û îradê de dibîne. Ez cardin dibêjim, ev herdu jihev veqetîn girîng in. Ger ev jiheveqetîn hebe, ewê rê li ber pasîfîzmê veke.

Ger li hemberî min rêzdar û girêdayî bin, divê hûn min baş fêm bikin. Lê di gotinê de gelek girêdayî min bûn û gelek çewtiyan kirin. Her roj, ji gelek ciyan êrîş hene. Lê digel her tiştî, girêdana gel ji bo min heye. Ger ew jî rêzdar bin, wê min rast fêm bikin. Ger li hember vê yekê dertên derên, na hûn bêjin em li hember in, wê demê hûnê vê yekê bikin. Ger ev jiheveqetîn neyê kirin, wê rê li ber gelek lîstokan vebe. Rastfêmkirin û pêkanîna min bes e. Hûnê min rast vebêjin û rast pêkbînin. Sibê roj hûnê bêjin me fêm nekir. Wê demê ezê jî bipirsim ka çima rêveberî karên xwe nekir, ma hûn sextekar in û kanc in. Gel li min guhdarî dike, çend caran nêrînên min li gel belav bikin û dubare bikin bes e .

Ez mînaka Dev-Yol û Dev-Solê didim, ev tarz nabe. Dîsa mîna KADEK’ê, ev koma min e ev koma te ye nabe. 40 hezar şehîdên me hene, bi hezaran girtiyên me hene û gelekî me yê ku tê xwestin bi birçîbûnê bê terbiyekirin heye. DYA û YE, wê tiştek nede me, divê em ji bona vî gelî ku ew qas êş kişandiye re, em çi bikin binêrin. YE’yê me bi erzanî firot û di serî de Elmanya me firot. Ji salên 1985’an me bi destê Elmanyayê firotin. Gelê me yê ku 40 milyon e, hê dibistaneke wan nîn e. Tu hê ji YE’yê çi hêvî dikî? Camêran li ser Rojhilata Navîn hesabên wan ên dîrokî hene. Di sedsala 19’an de, îngilîz xwe dan pişta asûriyan û piştre Bedirxan Beg ajotin ser wan û hemûyan qir kirin. Vê carê jî îngîlîzan jî osmaniyan ajotin ser kurdan. Riya Hîndîstanê vekirin, Qibrisê û Misirê bidestxistin. Piştre osmaniyan ajotin ser ermeniyan û wan jî ji holê rakirin. Bi vê yekê osmaniyan bi xwe ve girêdan. Ev polîtîkaya dabeş bike û birêvebibe ye. Yanî, dawiya bawerî bi emperyalîstan û hêzên serdest anîn nîn e.


Bi kurdbûna xwe bi şanaz bin. Êdî kurdbûn, ji rewşeke fedîkirinê derketiye. Ger tu azad û demokrat bî, ev welatparêziya herî mezin e. Zerdûştî jî wisa ye. Zerdûştî li ser çandiniyê ava bûye, oleke aştîxwaz e. Em jî civakeke bi çandiniyê mijûl dibin. Di ola me ya netewî Zerdûştiyê de, ajal nayên serjêkirinê, giya nayên eciqandin. Olên din, li gorî Zerdûştiyê, olên bi xwîn in; ez nabêjim hêlên wan baş nîn in, bes bi xwîn in.

Ji bona her kesê ku girêdayî min in ez vê diyar dikim; êdî riya azadiyê ji bona kurdan, heta dawiyê vebûye û kurdê ku xwe bi vê sîstematîka azadiyê girênede, dibe ku birayê min be û dibe ku hinekên din bin, kî dibe bila bibe heramzade ye, qeleş e û xulam e. Divê van derdoran teşhîr û tecrîd bêne kirin û tûfî rûyê wan bêne kirin…

 

Rêber Apo

 

 
 
EDI BESE
 
EDI BESE

EDI BESE

EDI BESE
BIJI SEROK APO
 
BIJI SEROK APO

BIJI SEROK APO'

BIJI SEROK APO
BIJI PKK
 
BIJI PKK

BIJI PKK

BIJI PKK
BIJI KURDISTAN
 
BIJI KURDISTAN

BIJI KURDISTAN

BIJI KURDISTAN
 
Heute waren schon 4 Besucher (5 Hits) hier!
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden