Hevalê Egîd nêzik dikin hinekî vekim. Ji ber kû ev bûyer di serî de ji bona hevalên koma hevalê Egîd girîng û dîrokî ye. Her wiha hevalê Brahîm jî di nav komê de bû.
Pişti çalakiyeke 19’ê adarê di sala 1986’an de hevalê Egîd di hevpeyvînekê de got; “Emê Newroza sala 86’an bi xwînê pîroz bikin” Emê kemînê deynin, vê êvarê me bi di koman kemînek danî. Koma hevalê Egîd, komeke jî hevalê Harûn. Berî ku em ji hev cuda bin, ji me re got; “Emê sibehî li seat 05.00’an de, li dijmin bidin.” Ez di koma hevalê Egîd de bûm, lê belêe ez nizanim hevalê Brahîm di nav kîjan komê de bû. Me cihê xwe girt. Hevalê Egîd ji bona koma me got; “Dema dijmin were emê yekê berdin bila biçe, yên din derbasbin vê çaxê em keviran gêrkin û guleyan berdin, emê tola hevalê Mezlum rakin” Ji min re got; “Pişti vê çalakiyê emê biçin li qereqola gundê we (Kizilsu) bidin” Saet hê 5:30 bû, roj hê derneketibû, li ser hev dengên guleyan hat. Hevalê Egîd; “Selîm rabin xwe amadebikin, leşker zivirîn û nayên, emê lez bikin xwe bigihînin hevalan”. Em gihîştin hevalan, heval ji kêfê difiriyan. Ji ber ku çalakî pir serkeftî bû. Heval 5 leşker kuştibûn, 5-6 hebe çekên weke Smirnov, G3, MP 5 anîbûn, derweyî wan çekan gule, parke, çante û radyoyeke sony rakiribûn. Di çalakiya meha 12’ê ya sala 85’an de hevalê Şexmûs şehîd ketibû. Di wî şerî de sûbayê ku hevale Şexmûs şehîd xistibû fermandar radyoyeke sony daye wî sûbayê. Ev radyoyê ku heval di vî çalakiyê de rakirin ev radyoya sony bû(ev bûyer gundî ji me re got). Me xwe gihand hev, bêhnekê sekinîn, helîkopter dest bi danîna leşkeran kirin. Hevalê Egîd got; “Em lez bikin ji cihê çalakiyê em dûr bikevin”
Ew roj, rojeke tav hebû. Bêhna biharê ji difna mirov dihat, gulên darên kevot, behiv û hişînî vebûbûn. Di hinek cihên Gabarê de kîvark, guhreşk û tirşok derketibûn, lê hinek cihan de jî ji berfê mirov nedikarî bimeşe. Em ketibûn tevgerê û dimeşiyan. Leşker jî ji aliyekî bi helîkopterê ji aliyekî jî bi meşê dihatin. Hema hema her der bûbû leşker.
Sala 86’an, 27’ê Adarê seat şeşê evarî:
Hevalê Egîd banî me -Ez, Celal û Yaşar- kir û ji me re got; “Herin kifşê, ger leşker hebin hûnê werin nuqtê, ger nebin demeke bi şûn de emê bên cem we” Em jî hatin, me tu tişt nedît, qaseke din hevalê Egîd û hevalên din hatin li cem me. Dema hatin hevalê Egîd çeka M-16 li milê wî yê rastê bû, radyo jî li destê çepê bû. Behna biharê dihat û roj diçû ava. Ji me pirs kir çi heye. Me jî got; “Me tiştek nedîtiye” Em ketin newalê, em nêzî 10 deqe meşiyan. Hevalê Harûn got; “Beramberê me leşker hene” Em ketibûn ber newalê, beramberê me girek hebû. Leşker jî tevî seyên xwe dimeşiyan. Hevalê Egîd got; “Her kes di cihê xwe rûnê” Em hemû rûniştin, leşker derbasbûn çûn, jixwe roj jî çû ava. Li wê derê hîsên min digot, emê bikevine kemînê. Me meşa xwe domand, em li cihekê sekinîn, me çay vexwar. Seat dozdeh û nîvî şevê em ketin rê. Hîv hîlal bû, erd berf û cemed girtibû, deng ji tû kesî nedihat, dinya sayî û bêdeng bû, stêrên pêrî û bîst bilind bibin, te digot qey dar li ser berfê dimeşin. Em gihîştin cihekê. Hevalê Faîk, Ferhan, Bozan, Seîd, Selîm û Fadil li pêşiya hevalê Egîd bûn. Hevalê pêşin got; “Dews hene, bila her kes li cihê xwe de bisekine” Lê ji her hevalî dengek derket. Hevalê Egîd got; “Bisekinin, bêdeng bin, dengên me her diçe gund” Em sekinîn. Bi deng ez bixwe nehisiyam û ji nişka ve bomba, çekên LAW, G-3 û MG-3 karkirin, di ser de jî kûçikê wan êrîşê ser me kirin. Bêhna barûtê weke mijê lê dihat, min nefes nedistand, ji ber çewsê(basınç) min xwe li erdê dît. Demek bi şûn de hevalê Brahîm û Bozan hatin li cem min. Em û dijmin davêjine hev, her du-sê heval li cihekê de ne û şer dikin. Şer nêzî nîv seat berdewam kir. Di nav dengên gulê û çekên din de, hevalê Egîd bi Tirkî “Hepiniz geri çekilin” got. Êdî min ne dengê hevalê Egîd bihîst, ne jî wî bi xwe dît. Em ji cihê şer derketin, hevalê Metîn birîndar bûbû me anî. Lê belê di komê de hevalê Egîd û Lezgîn nedixuyan. Em çûn nuqteya ku hevalê Egîd ji me re gotibû “Biçin kifşê”.
Bû sibehî seat di 6’an de helikopter pênc bi pênc leşkeran danîn. Em li cihê xwe seki-nîn me sengerên xwe girt. Vê rojê evarî li seat 7’an de hevalê Harûn û hevalê Dr.Cehfer (Serhat) radyoya TRT-1 guhdar dikin. Radyo got; “APO’nun sağ kolu vu-ruldu” 28’ê Adarê, sala 1986…
|