Bi bîranîna şehîdan jiyîn bi qet jibîrnekirina îro, ji wê wirdetir ew kirina perçeyeke kesayetiyê ve pêkan e. Gelo hûn wisa ne? Rêhevalê Mazlûm baş dizanî ku zilm û zordariya hezarî salan wê her tiştî li ber xwe bibe; hêviyeke PKK’ê heye, ronahiya wê heye û wê vemirandina wê bê xwestin! Zahmetiyên wê demê ewqas dijwar in ku, di serdemên wilo yên dîrokê de hîn zêdetir jî di dîroka me de tişta ku hatiye kirin ya çarenûseke di nav perîşantiyekê de pejirandin, yan jî radestbûneke gelekî xerab bûye. Rêheval Mazlûm her duyan jî nake; çalakiyeke ku dibe xeleka dawî ya çanda berxwedaniyê pêk tîne. Wekî ku serî li hember çarenûsê tewandin nîne, ji radestbûnê jî qet tu şop tuneye.
Min ji Mazlûm wana çalakiyeke Newrozê ya bi vî rengî nexwestibû yan jî min hêvî nedikir. Lê belê zext ew qas tund bibû, jiyan gihiştibû xalekî ewqes qehrker ku tenê riyeke berxwedaniyê yan jî tenê riyeke jiyînê hebû. Ew jî bi dendikê kîbrîtê agirê Newrozê pêxistin û xwe feda kirin bû. Bê guman ev lewaziyeke mezin jî vegotin dike. Lê belê di nav xwe de berxwedaniyeke mezin jî destnîşan dike. Di vê mijarê de serdemeke ku lewazî û lehengî ketiye nav hev di kesayetê de nehatiye jiyîn. Ev rewş ji dorhêleke ku rastiya civakî û neteweyî tê de kor û ker bûye de, bi tena serê xwe wekî hêzekê liberxwedayinê vegotin dike. Wekî din tu çara wî nîne, wekî din tu derfetên wî nîne. Tu nikare dengê xwe bigihîne tu derê. Li îro hizirandin, li dilê wê demê hizirandin xwedan girîngiyeke pir mezin e. Divê hûn hinekî dilêr bin.
Em li rastiya tê jiyîn dimeyzînin; di gel nirxên lehengiyeke ewqas mezin, ewqas nizmbûyin, ewqas cûcetî û ewqas xaflet tê jiyîn; evana herî kêm bi qasî nirxên lehengiyê xwe didin axaftin. Ev nakokiyek e. Li ser lehengiyê nehizirandin ango hizarindin lê belê pêdiviyên wê bi cih neanîn dev ji nirxên mirovatî yên bingehîn berdan e. Ev yek bi devlokî derbas kirin, di asta fermanekî de dest negirtin û tiştê li ser milan dikeve pêk neanîn, bi kesayetî dibe ku ji kesekî xiyanetkar û gafîl zêdetir texrîbkar be. Wateya tevahî hewlên me ji bo em van nîrxan -ku hema hema divê mirov di ser her tiştî re bigire- bikin hêza herî bandorker a jiyanê û ger pêkan be rêxistina wê û çalakiya wê her daîm bikin. Nirxa ku me herî zêde girêdide ev e.
Ez baş bawer im ku ev çandeke berxwedaniyê ya PKK’ê ye. Jixwe vê rivînê hem zîndan, hem jî welat dorpêç kiriye. Ev rivîn îro bûye rastiyeke şer ku tu kes nikare li ber bisekine. Mezinantiya wê di vir de ye.
Dilsozbûna bi bîranînê ve erkeke girîng e û tiştên hewce dikin çi dibe bila bibe divê werin pêkanîn. Yê dimeşe ev e, yê dimeşe şehîd e û ferman ji wan tê girtin. Piştî girseyîbûna me di Newrozan de keçên ciwan xwe şewitandin. Ev çalakiyana çalakiyên lehengiyê yên mezin in. Ev çanda ku di Newroza 90 de bi rêheval Zekiye Alkan ku agirê raperînê di bedena xwe de pêxist re destpêkir, di Newroza 92’yan de, rêheval Rahşan Demîrel, di Newroza 94’an de rêheval Ronahî û Bêrîvan re berdewam kir. Ev çand dibe bangawaziya girseyîbûnê. Çawa ku rêheval Mazlûm girêdayî partiyê ma û PKK kir bangawaziya jiyanê, dîsa rêheval Mahsûm çawa ku bi gerîla re girêdayî ma û bû bangawaziya gerîla, şehadeta van keçên me yên ciwan jî bangawaziya; “Dest bi serhildanan bikin, girêdayî bimînin, ber bi welat ve herin, ber bi welatparêziyê ve herin, bibin girse û di vê wateyê de rivînê pêxin”.
Xweşewitandin, ji aliyê dijmin ve yan jî kesên seranser ve wekî xwekujiyê tê nirxandin. Na! Ji ku derê lê were mêzandin bila were mêzandin, mirovekî ku çalakiyeke wiha li darbixe em dizanin ku ew kes xwedan azweriya bilindkirin û her daîm kirina berxwedaniyê ye.
Em rojên di navbera 21 û 28’ê Adarê de wekî hefteya lehengiya netewî dinirxînin. Di serî de şehîdên Newrozê û gelek mînakên lehengiyên mezin, nirxandina bîranînên wan û ya herî girîng jî hundurînkirina encamên wan li ser me ferz dike.
Me li ser bîranîna rêheval Mahsûm Korkmaz (Egîd) tiştek got û ji bo vê şehadeta bi berxwedanî me got; “Ew li hemberî tefandina hêviyên jiyanê yên li çiyê pêşdikeve, hewleke bi rûmet e.”
Ger hinek can xwe di riya hinek raman û peyaman de bê berdêl didin, ev raman û daxuyanî nemir in. Tê dîtin ku her çalakiyek xwedan nirxekî lehengiyê ye; rê ji guhertina dîrokî, civakî û siyasî re vedike. Tenê şertekî vê heye; ew jî kesên ku xwe dilsoz dibînin, kesên ku dibêjin “Ez jî şopdarê wan im, dilsozê wan im” divê duristiya xwe nîşan bidin, bi doz û armanca ku şehîdan hebûna xwe di ber de daye girêdayî bimînin. Ji wir de tir ewê dawiya wê gav bi gav heta serkeftinê were.
Me ji zivistana par heta van rojên dawî bi waneya partîbûyinê re û bi têgîna rast a rêxistinbûnê ve dîsa di heman demê de riya bi bîranînê ve girêdayinê re nîşan da. Me got; “Em bibin PKK’yî û şer bi serxînin”. Tu nikare cuda bersivê bide bîranînan. Ev yek bi hêzbûna te ya partiyê ve pêkan e. Me ev yek bi hemû milên wê ve destnîşan kir û me got; “Em rast nêzîkî enîbûyina gel bibin”. Girsebûyin ji bo serkeftinê zahf pêwîst e. Ev yek jî bi rast nêzîkbûna girseyê û bi polîtîka me ya rast a girseyê ve girêdayî ye. Em bi ser vê de çûn. Ji vê pêvetir tu çare nebû. Divê tu rastiya artêşê û şerkirinê bizanibe. Tu nikare peyamên Newrozê û şehîdên lehengiyê cudatir pêşwazî bike. Me jî xwest em bersiveke wiha bidin vê salê.
|