DER BARE HPG"E DE





        HUKMÊN GIŞTÎ

1. Navê rêxistinê: Hêzên Parastina Gel û bi kurtasî nav HPG ye.

2. Amblema wê: Li ser zemîna zer û kesk, stêrka sor

3. Armanca wê: Ji bona bidawîkirina siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser Kurdistanê, ji bona gelê kurd û Rojhilata Navîn esas girtina yekîtiyek û hevgirtineke azad, wekhev û demokratîk, azadiya Rêber Apo hedefgirtin û pêkanîn; parastin û bi pêş ve birina gelê me û nirxên azadiyê, ji bona çareseriya pirsgirêka kurd di hemû perçeyan de lîstina erka ku dikeve ser milan, pêkanîna yekîtiya demokratîk a netewî û di bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendî de bi pêş xistin, di bingeha sosyalîzma demokratîk de ku beşeke mirovahiya pêşverû ye piştgirîdayîna têkoşîna azadiya gelan, meşandina şerê parastina rewa ya li hemberî xitimandina metodên demokratîk û aştiyane û spartina siyaseta tunekirin û tunehesibandina neteweyî ya pirsgirêka kurd, li ser bingeha xeta parastina rewa ji bona ku şerê parastinê bide meşandinê, peywirên ku dikeve ser milan bi cî bîne.

                                                              

BASTÛRA RÊXISTINÊ: HPG, rêxistineke di nav Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê de, di bingeha îdeolojîk û leşkerî de rêxistineke otonom a gerîla ye ku hatiye birêxistinkirinê. Xeta Serokatiya Konfederalîzma Demokaratîk derbasî jiyanê dike, nêrîn û siyaseta wî alîmat dizane. HPG, Kongra Gel û Konseya Birêvebirinê îradeyeke siyasî dinase. Di nava sîstema Koma Komalên Kurdistanê(KKK) de, têkiliyên HPG’ê bi rêxistinên din re di ser Komîteya Parastina Gel re çêdibe.   

1-KONFERANSA HPG’Ê: Konferansa HPG’ê ku du salê carekê lidar dikeve, organa herî bilind a HPG’ê ye. Konferans, bi têheva delegeyên ku ji hemû qadên xebatê hatine û temsîla qadan dikin, li hev dicive. Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, di konferansa ku bê kirin de delegeyên xwezayî ne. Pratîka di navbera herdu konferansa de dinirxîne, rêvebername û rêgeh diyar dike û ji bona pêşerojê biryaran digire.  

2-KONSEYA LEŞKERÎ YA HPG’Ê: Konseya Leşkerî, ji 39 endaman pêk tê. Di rewşên kêmbûna hejmarê de, Konseya Leşkerî, di civînên xwe yên salê de xwe temam dike û pêşniyarî Komîteya Parastina Gel dike. Di nava xwe de Konseya Komûtayê ku ji 13 endaman pêk tê û yek ji endamên Konseya Komûtayê wekî fermandarê giştî tayîn dike. Tayînên Konseya Komûtayê û Fermandarê Giştî, di erêkirina Komîteya Parastina Gel re derbas dibe. Konseya Leşkerî ya HPG’ê salê carekê li hev civandinê têkelên xwe û Konseya Komûtayê jî di nav de, hemû tayîn, terfî û sererastkirinên HPG’ê, di pirsgirêkên hundirîn ên artêşê de, mijarên stratejîk, taktîk û planlamayan digere û dike biryar. Piştî civîna salane ku salê carekê bi beşdariya piranî pêk tê, rayeya Konseya Leşkerî ya HPG’ê, di pratîkê de Konseya Komûtayê bi rê ve dibe. Pêwîst bike bi biryara ji 3’yan 2’yê Konseya Komûtayê, Konseya Leşkerî ya HPG’ê ji berî wextê xwe jî dikare li hev bicive.  

3-KONSEYA KOMÛTA YA HPG’Ê: Konseya Komûtayê, di şeş mehê carekê de di bin venêrîna (denetim) Fermandariya Giştî de civîna xwe ya awarte dike. Dema ku Fermandariya Giştî pêwîst bibîne dikare vê demê kurt bike an jî di rewşên ku dest nade de, dikare herî zêde sê meh dirêj bike. Konseya Komûtayê, li hemberî Konseya Leşkerî ya HPG’ê berpirsyar e. Konseya Komûta ku di pratîkê de rayeya Konseya Leşkerî bi rê ve dibe, tayîn û terfiyên ku di dema Konseya Leşkerî neciviyaye de çêkirî, ji bona erêkirinê raberî civîna salane ya Konseya Leşkerî dike. 

4-FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ: Saziya ji sewq û rêvebirinê rasterast berpirs a HPG’ê ye. Bi Fermandarê Giştî re herî kêm sê ji wan endamên Konseya Komûtayê, herî hindik ji pênc endamên Konseya Leşkerî pêk tê. Xwe bi awayekî biryargeh ku hemû sehayên xebatê û beşên wê bigire nava xwe birêxistin dike û dixebite. Fermandariya Biryargeha Navîn, di nava pergala rojane ya civîn û tekmîlan de dixebite. Der barê faliyetên xwe de, ji Konseya Komûtayê ya HPG’ê re her dem û bi pergal rapor raber dike. Faliyetên diyarkirina taktîkan û çavdêriya xebatan, pêkanîn û şopandina biryarên ku Konseya Leşkerî ya HPG’ê û Konseya Komûtayê birêve dibe. Fermandariya Biryargeha Navîn, saziya herî bilind ya ku HPG’ê birêxistin û komûta dike. Amadekariyên konferansên ku du salê carekê li dar dikevin dike û ji bona pêşnûmayên biryaran nêrînên xwe raber dike û biryaran di pratîkê de pêk tîne. Ji rêvebirina hemû xebatên leşkerî peywirdar e. Ji hemû biryargehên jêrî xwe raporan digire, lêkolîn dike û ji biryargehên têkildar re talîmatên pêwîst dide. Di rewşên ku pêwîst bê dîtin de, saziya venêrînê(mûfetîşiyê) birêxistin dike. Esas û binyadên rêxistinî ku girêdayî Biryargeha Navendî ne mîna ku li jêr hatine diyarkirin; 

A) FERMANDARIYA YJA STAR’Ê

Rêxistineke girêdayî Fermandariya Biryargeha Navendî ya xweser(özgün) e. Tevgera azadiya jinê YJA STAR, wekî hêza parastina rewa ya KJB’ê û wekî têkeleke bingehîn di nava KJB’ê de otonom(özerk) û di nava HPG’ê de yekîneye rêxistinkirî ya xweser(özgün) e. Têkiliya xwe ya bi KJB’ê re, di ser Komîteya Parastina Gel re dike. Yekîneyên Jinên Azad (YJA STAR), îradeya jinên di nava refên HPG’ê de temsîl dike. Di armanc û rêgeha rêgezên Paradîgma me ya Civaka Demokratîk Ekolojîk û Azadîxwaziya Zayendî de, li ser bingeha esasên rêveçûn û şer û di çarçoveya rêvebernameya giştî ya HPG’ê, rêvebernameya xwe derdixe, xebatên xwe sererast dike û birêve dibe. Di nava Fermandariya Biryargeha Navendî de û girêdayî wê ji ser heta bin, di fermandariyên(kordîneyên ji sê an pênc kesan pêk tê) hemû sehayên şer de temsîla xwe ya têr dibîne. Di civînên mîna konferans û civînên rêveberiya fireh de ku der barê xebatên HPG’ê de biryaran dide, digihîje hêza temsîla 5/2. Heman rewş, ji bona civînên beşan an jî biryargehên jêr jî derbasdar e. Di bin banê Biryargeha Navendî û Biryargehên jêr de, xwe wekî rêveberiyeke xweser ku ji sê kesan pêk tê rêxistin dike. Her wiha di bin banê Biryargeha Navendî de, xwe bi şiklê Fermandariya YJA STAR’ê tê birêxistinkirin.

Di mijara peywir, çalakî û tevgerê de her yekîneya jin, di bin venêrîn û perspektîfên biryargeha ku girêdayî ye û di rêgeha xeleka komûta fermanan de tevdigere. Encax, hemû faliyetên rêxistinî û jiyanî, civîn û perwerdehiyên xweser, ji hêla YJA STAR û ji hêla fermandariyên ku girêdayîne ve tê lidarxistin. Ji bilî demên perwerdehiyên giştî, teqez cî dide perwerdehiyên xweser jî.

Tayîn, terfî û hemû xisûsên ji peywirê girtinê yên hêza jinê, ji ser heta bin ji hêla Fermandariyên YJA STAR’ê ve tê kirin. Ji erêkirina fermandariyên ku girêdayî ne û ji serfermandariyên YJA STAR’ê tê derbas kirin. Tayîn û terfiyên bolik û jortir, raberî erêkirina Fermandariya Biryargeha Navendî tê kirin.

Di mercên awarte û di rewşên ku peywirgirtinê pêwîst dike de, ji hêla fermandariyan ve jina têkildar peywira wê tê cemidandin, agahî ji fermandariya YJA STAR’ê re tê dayîn û ji însiyatîfa wê re tê hiştin. Di komûtaya jinê de ji bona ku tecrûbe û behreyên heyî bi pêş ve bê birin û bibe malê giştî, fermandariyên seha, enî û herêman, fermandariyên yekîneyên têkel û hwd. bi şêweyên cur bi cur têne peywirdarkirin.

Ji bona ku hêza jinê zêde an jî bê kêmkirin, bi fermandariyên sehayan re tê nîqaşkirin û bi raberkirina erêkirina Fermandariya Biryargeha Navendî pêk tê.

Bicîkirina hêza jinê, bi berçav girtina ewlekariya sehayê ya giştî pêk tê. 

B- FERMANDARIYA HÊZÊN TAYBET

Fermandariya Hêzên Taybet ku di bin banê Biryargeha Navendî de tê rêxistinkirin, qadroyên ku di xeta serokatiyê de bi biryar bûye, xwe di warê îdeolojî û polîtîk de bi pêş ve biriye, di qada leşkerî de xeta parastinê têgihîştibe, dikaribe pêk bîne, xwe di hunera şer de bi pêş ve biribe û tarza tevgera profesyonel û xwedî behreyên bilind be digihîne û perwerde dike. Hemû xebatên leşkerî yên ku pêdiviya têkoşîna pê heyî, peywiran birêve dibe.

Wekî pêwîstiya xebatên Fermandariya Hêzên Taybet, rêvebernameya xwe ya hundirîn pêk tîne. Ji bona perwerdekirin û gihîştandina qadroyan, binesaziyê birêxistin dike û xebatên pêwîst birêve dibe.

Ev sazî, xebatên xwe rasterast girêdayî Fermandarê Giştî birêve dibe û di faliyetên xwe de li hemberî Konseya Komûtayê berpirsyar e.  

C- FERMANDARIYA HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ

Fermandariya Parastina Cewherî ku di bin banê Biryargeha Navendî de tê birêxistinkirin, ji bona xebatên Parastina Cewherî yên li hemû qadan perspektîf raber dike û di vê rêgehê de perwerdehiyan dike. Hêzên Parastina Cewherî ku hêzên şervan ên cîgehî(yerel) yên gel in, di rêgeha xetê de rêvebirina xebatan pêk tîne, meyl dide xebatan. Di vê çarçoveyê de rêvebernameya çêdike û pêk tîne.  

D- FERMANDARIYA AKADEMIYAN    

Ji rêxistinkirin û rêvebirina hemû faliyetên perwerdehiyê yên HPG’ê, berpirs e. Ji bona qadroyan di warê perwerdehiyên îdeolojîk, siyasî û leşkerî de bi pêş ve bibin, dibistanan vedike û bernameyên perwerdehiyan amade dike û derbasî jiyanê dike. Bi armanca perwerdehiyê pirtûk, broşûr û dokumanteran û alavên dîtir amade dike. Guherînên di Fermandariya Akademiyan de, herî zû salê carekê tê kirin.  

E-RÊXISTINKIRINA SAZIYAN

Li gorî pêwîstiyên Biryargeha Navendî, saziyên ku hatine rêxistinkirin ev in; 

-ÇAPEMENÎ-WEŞAN: Ji bona ku girseyan, ji têkoşîn û pêşketinên gerîla bi awayekî rasteqîn agahdar bikin û bi vê rêgezê girseyan bikşînin nava atmosfera têkoşînê, xebatan birêve dibe. Belavokên leşkerî derdixe, ji bona sîstema nûçegihanên şer rêbazên cur bi cur û navgînan bi pêş dixe. Ji bona ku asta çanda hêzên HPG’ê bilind bike, xebatên wekî radyo, kovar û weşanan birêve dibe û meyl didê. Alavên çapemenî û weşanan û pergala belavkirinê tanzîm dike. 

-ARŞÎV-SICÎL: Ji bona ku jiyana rêxistinî ya HPG’ê û rêveçûna şer bibin belge, hemû rapor û nivîsên hundirîn ên resmî tomar dike, bi pergal sicîlan digre û eydî her hevalekî dosyayek çêdike. Sîstemeke arşîvê ya bi pergal bi pêş dixe û ji bona parastinê van tedbîrên rêxistinî digire.  

-MUHABERE-RAGIHANDIN: Ev beş di nava HPG’ê de ji bona pirsgirêkên ragihandinê yên rêbaz û alavan di mercên guncav de çareser bike û ji bona hêzên gerîla ragihandin û agahî girtinê pêk tîne. Van peywiran; bi rêbazên nivîsandinên bi şîfre, bi bikaranîna alavên bêtêl, sîstema kuryetiyê û her van tîne cî. Ji bona rêbaz û navgînên agahîdayînê bi pêş bikeve û bi awayekî tendurist û bi sîstem bêne bikaranîn dixebite.

Di muhabereyên tevahiya welat de, di muhabereyan de rê li ber agahî girtina dijmin digire. Di vê mijarê de venêrîneke jidandî pêk tîne. Li gorî pêdiviyan, derfetên teknîkî diafrîne û kadroyên teknîkî û muhaberevanan perwerde dike.

-TEKNÎK-LÊKOLÎN: Ji bona hêzên parastina rewa, peywirên mîna diyarkirin û temînkirina xemilîna teknîkî, der barê teknîka ku dijmin bikartîne agahî berhevkirin, li hemberî teknîka dijmin bipêşxistina tedbîran, ji bona bikaranîna alavên teknîkî dîtina qadroyan û perwerdehiya qadroyan dike û peywirên mîna peywirdarkirinê birêve dibe. 

-LOJÎSTÎK Û ÎSTÎHKAM: Ev beş pêdiviyên HPG’ê yên çek, cepxane, xwarin, kinc, gihandin, hewandin û hwd. pêdiviyan pêşwazî dike. Vanan bi xwe spartina gel, ji dijmin desteserkirin û li gorî derfetan faliyetên hilberînê birêxistin dike û temîn dike. Li qadên yekîneyan, xebatên înşaatên binerdî birêve dibe. Tunelên veşartî, teleferîk û pireyan çêdike. Ji bona parastina alavên ku pêwîstiya wan heye, parastin, xwedîderketin, depokirina wan û bi awayên guncav bikaranîna wan pêk tîne. 

-ÎSTÎXBARATA LEŞKERÎ: Li hember dijmin ji bona ku têkoşîneke bi bandor û serkeftî bê dayîn, tora îstîxbaratê ya pêwîst rêxistin dike û birêve dibe.

Îstîxbaratên derve, yên stratejîk û taqtîk birêve dibe. Der barê hêza dijmin ên cur bi cur, agahiyên pêwîst bi dest dixe, peywirên ji bona ku li hemberî dijmin têkoşîneke serkeftî û bi bandor bê dayîn tîne cî. Ev beş, der barê îstîxbaratê de amadekariyên perwerde û notan dike, îstîxbaratvanan perwerde dike, hêzên leşkerî-sivîl ku perwerde dike, peywirdar dike û birêve dibe. Faliyetên îstîxbarata nava rêxistinê bi pêş naxe. 

-TENDURISTÎ: Ev beş, di nava HPG’ê de pirsgirêkên tenduristiyê çareser dike, li gorî hêza xwe di vê mijarê de alîkariya gel dike. Di vê mijarê de ji bona perwerdehiya herî hindik a hêzan dixebite, li gorî pêwîstiyê tenduristvanan perwerde dike û bêyî raweste di mijarên alîkariya destpêkê de perwerdehiyên pêwîst dide. Bi bikaranîna derfetên hundir û derve, vanan li gorî pêdiviyên yekîneyan birêxistin dike. Bi awayên guncav, li qadan nexweşxane û ciyên tedaviyan ava dike, peywirdarên pêwîst ên tenduristiyê, alav û navgînan û hwd. temîn dike. Her dayîm bipêşxistinê, ji bona ku pirsgirêkên tenduristiyê bi awayekî bi bandor çareseriyê esas digire.  

-MALIYE Û ABORÎ: Hemû çûn û hatinan navendîkirin, tomarkirin ji jor ber bi jêr ve bi awayekî bi pergal bê girtin, bîrîmên pêwîst ji navendekê bi rê ve birin, bi avakirina butçeyeke navendî re parastina nirxan û rast nirxandina bi pêş ve birin û afirandina çavkaniyan birêve dibe. 

-TÊKILIYÊN GEL: Armanca bingehîn a xebatên girseyî ya HPG’ê; di nava girseyan de teşkîlatên parastinên sivîl ên ne legal bi pêş xistine. HPG, ji bona ku xebateke wisa birêve bibe, ji bilî xebatên siyasî, ji xwe re bingeheke rêxistinî ava dike. Encax vê bingehê, li gorî pîvana pêdiviyên pêwîst bi pêş dixe. HPG ji bona pêdiviyên xwe bîne cî, girtin û veguheztina şervanan, kurye û xebatên îstîxbaratî li ser vê bingehê dike. Girseyên mezin jî, ji bona ku beşdarî têkoşîna siyasî û tevgerên serhildanan teşwîq dike. 

-DADGERÎ: HPG, di xeta serokatî de, rêxistineke îdeolojîk û leşkerî ye û girêdayî xeta partiyê ye. Ji bona partibûyînê armanca bingehîn hemû komûta û baştûra şervanan bikin qadroyên partiyê. Ji ber vê sedemê pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî, ku li gorî pîvanên partiyê têne darizandin û bi encamekê ve têne girêdan, sûcên leşkerî bi rêziknameyên sûc û cezayê hatine amadekirin û bi darizandinên hiquqî digire nava xwe.

Ji bona pirsgirêk an sûcên îdeolojîkî û rêxistinî bê darizandin û bigihê çareseriyê, rêveberiyên têkildar berpirsyar in û ji hêla platformên partiyê ve darizandin pêk tê. Sûcên mîna qeza û sîxurtî, ji hêla Dadgeha Leşkerî ve ku ji hêla Biryargeha Navendî ve tê peywirdarkirin û berdewamiya wê heye ve darizandin pêk tê û bi biryarê ve tê girêdan. Lêpirsînkirina bûyerê jî, ji hêla komîsyona lêpirsînê ya ji hêla dadgeha leşkerî û rêveberiya ciyê têkildar ve bi hevparî têne peywirdarkirin. Esasên darizandinê yê dadgeha leşkerî, bi rêvebernameyeke cuda tê diyarkirin. Hemû sûc û cezayên beramberî wê, li gorî radeyên xwe, ji rêvebernameya sûc-ceza tê diyarkirin.

Biryarên ku ji hêla platformên partiyê û Dadgeha Leşkerî tê dayîn, ji hêla rêveberiya têkidar ve pêk tê. Li hemberî biryarên ku platformên partiyê dane, îtîraz ji Konseya Komûtaya HPG’ê re; ji biryarên dadgeha leşkerî re îtîraz jî dîsa ji dadgehê re tê kirin. Pêkanîna girtina mûabetî û cezayên ji HPG’ê avêtên, divê ji hêla Konseya Komûta û Komîteya Parastina Gel ve bê erêkirin.  

F- BIRYARGEHÊN BINGEHÎN ÊN JÊR

HPG, li hemû parçeyan wekî fermandariyên seha û eyalet xwe bi rêxistin dike û hêza xwe bi çeper dike. Li gorî pêwîstiyan biryargehên jêr ji kordîneyên sê an pênc kesî pêk tê, bi tarza komî(ekib) dixebite.

Her biryargeha jêr, hêzên xwe wekî tîm, taqim, bolik û li sehayên başûr jî bi awayê tabûr birêxistin dike.

Her biryargeh ji kordîneyên sê an pênc kesî pêk bê jî, hejmara xwe li gorî pêwîstî û mercên qadan diyar dike û rêveberiyeke fireh pêk tîne. Xebatên xwe bi pergala biryargehê û girêdayî Biryargeha Navendî ve birêvedibe.

Talîmat û perpektîfên ku ji hêla Fermandariya Biryargeha Navendî ve tê dayîn tîne cî. Li gorî sîstema rêxistinkirina Biryargeha Navendî, biryargeha xwe bi rêxistin dike û li gorî pêdiviyan, saziyên pêwîst ava dike.



 
 
EDI BESE
 
EDI BESE

EDI BESE

EDI BESE
BIJI SEROK APO
 
BIJI SEROK APO

BIJI SEROK APO'

BIJI SEROK APO
BIJI PKK
 
BIJI PKK

BIJI PKK

BIJI PKK
BIJI KURDISTAN
 
BIJI KURDISTAN

BIJI KURDISTAN

BIJI KURDISTAN
 
Heute waren schon 2 Besucher (2 Hits) hier!
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden